Mal | RSS | Bike Serûpel | Têxe Bijareyan| E-Rojname | Kunye
Hijmara09.02.2010
Têketina Endam | Endametiya Nû
Mal Nûçe Polîtika Jin Cîhan Forum Hevpeyvîn Civak û Jiyan Mîzah Zarok Çand û Huner Wêje
NUÇEYÊN ROJÊ
A | A | A | A | A
ÎRANÊ 45 CIWANÊN KURD BINÇAV KIRIN

Şerko CÎHANΠ - TEHRAN / ANF

Dewleta Îranê Li bajarê Sine û Kamyarana rojhilatê Kurdistanê bi ser malan de girt û bi kêmanî 45 ciwanên kurd girtin binçav.
Li gorî agihiyên hatin bidestxistin leşker û polîsên Îranê hefteya borî li navend û gundên Sineyê li hember ciwanên kurd bi ser malan de girtin. Di van serdagirtinan de piraniya wan ji gundê Nîglê bi kêmanî 40 ciwan girtin binçav. Lê navên kesên hatin girtin hê nehatiye hinbûn.
Di heman demê de li gundê Akil ê Kamyaranê 5 ciwanên kurd ên bi navên Saman Perwîzî, Akam Perwîzî, Idrîs Perwîzî, Qareman Perwîzî û Keyhan Perwîzî bi hinceta alîkariya PJAK’ê dikin hatin binçavkirin.
Di salên dawî de li heman gundî gelek kes bi hinceta ku alîkariya PJAK’ê dikin girtin, îşkenceyên giran li wan kirin û ew birin gitîgehên îrmaşa, Kamyaran û Sineyê. Ji van yek Îsmaîl Şadiyê mamoste ye û niha li girtîgeha Kîrmaşanê tê girtin.
Gundê Alik li nêzî çiyayê Şaho ye ku artêşa Îranê ev demek e li wê operasyonê dodomîne.
Operasyon pûç derket
Artêşa Îranê li çiyayê Şaho bi 25 hezar leşkerî ev çend roj in operasyon dikir. Encama operasyonê pûç derket û leşkerên Îranê dest bi bombebarana çiyayê Şaho kir.
Operasyon di destpêka meha gulanê de bi leşker, polîs û cerdevanan dest pê kir û bi milyonan dolar hat xerckirin lê dawî fiyasko bû. Ev operasyon gelek caran bi desteka bombebarana helîkopteran hat xurtkirin.
Bi dehan leşker mirin
Her wiha li herêma Hewramanê, di navbera navçeyên Pawe û Newsud ên girêdayî Sineyê gelek leşker sewqî vê herêmê kirine. Di 19’ê gulanê de li herêma Dîzlê ya girêdayî Merîwanê gerîlayan avêt ser qereqolê û 7 leşker kuştin. Di heman rojê de di dema ku leşker diçûn çiyayê Şaho ketin kemîna gerîlayan û 10 leşker hatin kuştin. Di 24’ê gulanê de jî 43 leşker û polîs hatin kuştin û gerîla di van çalakiyan de gelek çek jî bi dest xistin.


Serûpel
Şîrove Bike
Ji Hevalê Xwere Bişîne
  • ŞÎROVE
  • Nivîskar
    Hemû Nivîskar
    NÛÇEYÊN DAWÎ
    KEZ BÎDÎ ÇIMORNANK*
    Hunermendê hêja Aram Tîgran li Atînayê di nexwaşxaneya ku dihat dermankirin de duh saet 10.40’an de çû ser dilovaniyê. Tîgran ..
    BI KAMPANYAYA `WERIN RÊ` PIŞTGIRIYA NEXŞERIYA OCALAN
    Li Amedê endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk bi mebesta Çareseriya pirsgirêka kurd, aştiyekê mayin de û ji bo piştgiriya nexşerêya ..
    EY DÎLBERÊ TÊR BINALE, ARAMÊ TE PIR BÊHAL E
    Aram Tîgran bi qasî hunera wî, jiyana wî jî pir bandor bû. Hunermend bi eslê xwe ermen bû lê bi ..
    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ NEXŞERIYA OCALAN E
    Wekî tê zanîn çareseriya pirsgirêka kurd ketiye rojevê. Der barê biryara dirêjkirina dema bêçalaktiyê ya KCK’ê, nexşerêya Ocalan a dê ..
    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ NEXŞERIYA OCALAN E
    Wekî tê zanîn çareseriya pirsgirêka kurd ketiye rojevê. Der barê biryara dirêjkirina dema bêçalaktiyê ya KCK’ê, nexşerêya Ocalan a dê ..
    12345678910...
    Arşîv

    Ji jorê dîroka dixwazî vekî diyar bike

    an jî

    Ji jêrê peyva lêgerînê têkevê

    Ferheng

     
    Nûçe Polîtîka Jin Cîhan Forum Hevpeyvîn Civak û Jiyan Mîzah Zarok candhuner Wêje çand û huner